Esed: Pêsî DAIS niha jî Amerîka petrole difirose Tirkiyê

Esed: Pêsî DAIS niha jî Amerîka petrole difirose Tirkiyê

PeyamaKurd – Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esed êrîşa Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê nirxand. Esed ragihand ku Amerîka petrola Rojavayê didize û difiroşe Tirkiyê: “Berê Nûsra û DAIŞê difirot, niha jî Amerîka petrole difiroşe Tirkiyê.”

Piştî daxuyaniya rêveberiya Donald Trump ku amaje kiribû ku ew ji bo ewlehiya bîrên petrolê ew dê leşkeran li Rojava bihêlin, rejîma Şamê jî di vî warî de daxuyaniyan dide.

Serokê Sûriyê Esed di bernameyeke televîzyonî de derbarê petrola Rojava de daxuyanî dan. Esed eşkere kir ku Amerîka petrola Rojava didize û difiroşe Tirkiyê.

Esed, “Pêşî Nûsra, paşê DAIŞ û niha jî Amerîka petrola herêmê difiroşe û di vê firotinê de roleke rasterast a Tirkiyê heye.”

Esed di daxuyaniya xwe de ev tişt anîn zimên:

“Beriya Amerîkiyan DAIŞ û beriya DAIŞê jî Nûsrayê petrola herêmê difirot. Petrolê didizîn û difiroşin Tirkiyê. Di firotina petrole de Tirkiyê hevkarî vî sûcî ye. Pêşî Nûsra, paşê DAIŞ û niha jî Amerîka petrola herêmê difiroşe û di firotinê petrole de roleke rasterast a rejîma Tirkiyê heye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin