PeyamaKurd- Brîtanya xwest ku bi biryara Neteweyên Hevgirtî ya sala 2011an ku ambargoya sîlihan danîbûn ser Lîbyayê, bila bi temamî bê bicîhanîn. Nûnerê Brîtanyayê yê NH Jonathan Allen, berya ku civîn destpêbike bo çapemeniyê axifî:
“Ez tevî endîşeyên sekreterê giştî yê NH Antonio Guterres û nûnerê taybet yê Lîbyayê Ghassan Salame dibim. Divê bo Lîbyayê ambargoya sîlihan bê danîn û rêz ji bo biryara wê bêgirtin.”
Herî dawiyê dibistan leşkerî ya Lîbyayê ji aliyê balafirên Hafter de hatibû bombebarankirin û 30 xwendevan di bombebaranê de miribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin