PeyamaKurd – Li rojavayê Afrîkayê li Sierra Leone li rojhilatê payîtext Freetownê li devera Wellingtonê tankêra petrolê û alavekî dinê lihev ketin û tanker teqiya. Di encamê de 99 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li nexweşxana herêmê ya bi navê Connaught ê xebatkarê morgê Fûday Mûsa ragihand ku heya niha 99 cesedan birine morga nexweşxanê û 30 kes jî birînên wan xedarin.
Serokkomar Julius Maada Bio ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê xwest û got çi pêwist be wê ji bo malbatên miriyan bêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin