NY: Ser dewam bike wê 10 milyon kesên din koçber bibin

NY: Ser dewam bike wê 10 milyon kesên din koçber bibin

PeyamaKurd – Li demeke ku di roja 9emîn de êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê bi hemû dijwariya xwe dewam dike, welatiyên sivîl jî ji qada şer direvin û koçber dibin.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî (NY) metirsî heye koçberiya ji Ûkraynayê gelekî zêdetir bibe ku ji niha ve zêdetirî milyonek kes koçberî welatên Ewropayê bûne.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Stephane Dujarric hişyariya zêdebûna koçberiyê da û got, heger şerê Rûsya û Ûkrayna bidome wê 10 mîlyon Ûkraynîyên din koçber bibin.

Dujarric banga alîkariyê bo pêdivîyên koçberan kir ku rojane pêdiviyên wan zêdetir dibin.

Herwiha Dujarric da zanîn, hin xebatkarên NY ji bo xebatên xwe bidomînin ji Kîev a paytext derketine, lê hinek ji wan jî li wir mane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin