PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Besîc ê girêdayê Pasdarên Îranê Gulan Riza ragihand ku ew dê di hildana tola Qasim Silêmanî de ji Amerîkayê berdewam bin.
Fermandarê Îranî got ku êdî Rojhilata Navîn ji bo Amerîkayê nabe cihekî ewle û heta terka herêmê nekin, dê hedefa êrîşên me bin.
Gulan Riza da xuyakirin ku ew dê bi awayên cuda cuda proseya tolhildana Qasim Silêmanî ji Amerîkayê berdewam bikin û heta Amerîka terka Rojhilata Navîn bike ew ê berdewam bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin