Sêwirmendê Bilind ê Wezareta Pêsmerge bi Kolonel Doglas re civiya

Sêwirmendê Bilind ê Wezareta Pêsmerge bi Kolonel Doglas re civiya

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir; Şêwirmendê Bilind ê Wezareta Pêşmerge Hejar Umer, bi Kolonel Doglas û tîma Ofîsa Hevkariya Asayîşê ya li Iraqê (OSC-I) re civiya.

Wezareta Pêşmerge da zanîn, di civînê de qala gotûbêja herî dawî ya diyaloga stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê û encamên gotûbêjê hat kirin.

Herwiha eşkere kir, li ser pêngavên çaksaziyê yên li Wezareta Pêşmerge gotûbêj hat kirin, bi beşdarî û hevkariya şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî, ku ji welatên Amerîka, Brîtanya, Almanya û Holandayê pêk hatiye.

Wezaretê herî dawî destnîşan kir, şanda tîma Ofîsa Hevkariya Asayîşê ya li Iraqê (OSC-I) soz da ku berdewam bin di piştevanî û hevkariyên xwe de ji bo Wezareta Pêşmerge di warên şêwirmendî, hemahengî, hevkarî û bilindkirina şiyanan de.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin