PeyamaKurd - Dîwana Şahîtiya Behreynê ragihand ku Serokwezîrê Behreynê Mîr Xelîfe Bin Selman Al Xelîfe koça dawî kiriye.
Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Behreynê, Mîr Xelîfe Bin Selman vê sibehê di temenê xwe yê 85 saliyê de li Nexweşxaneya Mayo Clinic a Amerîkayê koça dawiyê kiriye.
Xelîfe Bin Selman yekem serokwezîr e ku li cîhanê demeke herî dirêj li ser desthilatê ye ku ji sala 1971an û vir ve 49 sal in serokwezîrê Behreynê bû.
Serokwezîrê Behreynê sala 1935an hatiye dinê û di 85 saliya xwe de wefat kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin