Almanya bo pêwendiyên asayî merc danî ber Tirkiye

Almanya bo pêwendiyên asayî merc danî ber Tirkiye

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 50 hemwelatiyên Almanya li Tirkiye girtî ne, tenê derheqê 7 kesan ji wan doz hatiye vekirin û li ser 35 hemwelatiyê Almanyayê jî qedexeya derketina derveyî Tirkiye heye.

Li gor nûçeya Euronews, Almanya destnîşan dike ku, piştî hewla kûdeta ya serbazî li Tirkiye û heta niha 50 hemwelatiyên Almanya li Tirkiye girtî ne, tenê derheqê 7 kesan ji wan doz hatiye vekirin û li ser 35 hemwelatiyê Almanyayê jî qedexeya derketina derveyî Tirkiye heye.

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas mercê asayîkirina pêwendiyên ligel Tirkiye serbestberdan a hevwelatiyên Almanya binav dike.

Li gor Maas heta ku hevwelatiyên Almanya neyên berdan pêwendiyên ligel Tirkiye asayî nabin. Ev yek mercek ji bo asayîkirina pêwendiyan ligel yekîtiye Ewrûpayê ye jî.

Maas destnîşan kir ku, Tirkiye ger bixwaze nêzîkahiyê li gel Ewrûpa û Almanya nîşan bike, rêya wê diyar e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin