PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji çapemeniya Amerîka û Kanadayê hatin ragihandin, li hin eyaletan, serma û seqem hatiye asteke wisa ku 23 kes ji ber qefilînê, can dane.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku ji ber bahoza berfê û seqema zêde ya li eyaletên bakur, başûr û rojhilat ên Amerîka û Kanadayê, hejmara kesên ku bi qefilînê can dane, derketiye 23yan û hat diyarkirin ku li hin herêman elektrîk jî ji ber vê sedemê qut dibin.
Di dewama agahiyan de hat ragihandin ku ji 200 milyonan zêdetir kes di bin bandora vê seqema zêde de mane û hat ragihandin ku pileya sermayê, her ku diçe dadikeve asteke jiyanî.
Pile daket bin 45an
Li gorî agahiyên Serwîsa Kêş û Hewayê, li eyaleta New Yorkê ya Buffaloyê, navbera dîtinê ketiye bin ‘zîro’ yê û li Amerîkayê nêzîkî 10 hezar geştên asîmanî hatine betalkirin.
Her wiha hat ragihandin ku nêzîkî 8 milyon kes jî di bin metirsiya bahoza berfê ya xeternak de dijîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin