Bo yekîtiya Kurdan komîte hat avakirin

Bo yekîtiya Kurdan komîte hat avakirin

PeyamaKurd- TEV-DEM ê li Qamîşlo bi tevlîbûna hinek aliyan civînek lidarxist û bo yekîtiya Kurdan komîteyekî avakir. Civîn li navenda pêwendiyên dîplomatîk yê TEV-DEM ê hat kirin.

Li gor axaftina hevserokê TEV-DEM ê Xerîb Hiso ku ji Rûdawê re ragihandiye; dibêje: “Di civîna îro de bo yekîtiya Kurdan pêk were komîteyek hatiye avakirin. Di rojên pêşiya me de dibe em bi Konseya Kurd ya li Sûriyê bi ENKS ê re jî biaxifin.”

Hiso ragihand ku civîn bi terefên siyasî jên ji hev cuda re hatiye kirin û bo li Rojava kongreya netewî bicive, wê bi terefên din re hevdîtinan bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin