PeyamaKurd – Balafirên bêmirov û bi çek (SÎHA) yên Tirkiyeyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê êrîş birin ser du otomobîlan.
Hate ragihandin ku îro 22yê Mijdarê SÎHAyeke Tirkiyê li ser rêya navbera bajarê Qamişlo û navçeya Tirbespiyê otomobîlek bombe kir.
Herwiha li bajarokê Til Marûfê yê girêdayî navçeya Tirbespiyê jî li ber benzînxaneya Til Marûf otomobîleke din hate bombekirin.
Li gorî zanyariyên xwecihî di herdu êrîşan de birîndar çêbûne. Hînagahiyên zêdetir nehatine bidestxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin