Ji Pûtîn pistevaniya proseya astiya Azerbaycan-Ermenistanê

Ji Pûtîn pistevaniya proseya astiya Azerbaycan-Ermenistanê

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, di pêwendiyeke telefonî ya ligel Serokê Azerbaycanê Îlham Alîyev de, piştevaniya xwe bo pêşveçûna proseya aştiyê ya navbera Azerbaycan-Ermenistanê nişan da.

Li gorî daxuyaniya Serokomariya Azerbaycanê, Pûtîn gotiye ku ew amade ye piştevaniyê bo pêşvebirina proseya aştiyê ya bi Ermenistanê re bike.

Hate diyarkirin ku Pûtîn û Aliyev di pêwendiya telefonî de, girîngiya peymanên bazirganî, herêmî û stretejîk ên hefteya borî li Bakuyê hatine îmzekirin anîne ziman û li ser mijara herêmên rojavayê Azerbaycanê û vekirina korîdora Nexçîwanê jî herdu serokan gotûbêj kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin