PeyamaKurd – Serokê Filîstînê Mehmûd Ebas, li ser wefata xwişka Serok Mesûd Barzanî, Zekiye Mele Mistefa Barzanî sersaxî da Serok Barzanî.
Mehmûd Ebas, îro 25ê Sibatê Yekşemê bi pêwendiyeke telefonî sersaxî da Serok Barzanî û malbatê û hevxemiya xwe anî ziman.
Xwişka Serok Barzanî, Zekiye Mele Mistefa Barzanî, roja 23yê Sibatê li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawî kiribû û Baregeha Serok Barzanî ragihandibû ku dê Serok Barzanî li Selahaddînê mêvanên bo şînê hatine heta 3 rojan pêşwazî bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin