PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê li gundê navendê yê bi navê Doyranê xortê bi navê Mustafa Çınar (23) di wexta ereba xwe bi ava xwurt dişûşt, elektrîkê pê girt û birîndar bû.
Dema tîmên 112an yên lezgîn çûn ciyê bûyerê, Mustafa Çınar birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Semsûrê (Adıyaman) lê Çınar li nexweşxanê can da.
Cenazê Mustafa Çınar birin morga nexweşxanê da otopsiya wî bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin