Hîwa Geylanî: PDK ji destpêkê ve li gel wê yekê bû ku hilbijartin di dema xwe de bên lidarxistin

Hîwa Geylanî: PDK ji destpêkê ve li gel wê yekê bû ku hilbijartin di dema xwe de bên lidarxistin

PeyamaKurd – Endamekî Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) diyar kir ku paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê xiyanetek li gelê Kurdistanê û pêkhateyan e.

Berdevkê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Dr. Îmad Cemîl do ji K24ê re gotibû, ji ber paşxistina biryara Dadgeha Federal a li ser kursiyên pêkhateyan heta 21ê vê mehê, Komîsyon nikare hilbijartinên parlementoyê di 25ê Sibata 2024an de pêk bîne.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Hîwa Geylanî di derbarê wê de ji K24ê re da zanîn: “PDK ji destpêkê ve li gel wê yekê bû ku hilbijartin di dema xwe de bên lidarxistin. Komîsyon berpirsê birêvebirin, çavdêrî û amadekariya hilbijartinan e, lê ji ber ku pirsgirêka giliyên li Dadgeha Federalî nehatine çareserkirin, astengî pêş hilbijartinan tên derxistin.”

Herwiha Hiwa Geylanî derbarê biryara paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û biryarên Dadgeha Federalî de jî red kir ku karê Dadgeha Federalî ye ku bi biryarekê rê li ber hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bigire.

Hiwa Geylanî di berdewamiyê de got: “Madeya 93ya destûra Iraqê taybetmendî û erkên Dadgeha Federalî diyar kiriye, ew jî li ser biryar û yasayên ku li dijî pirensîpên destûra Iraqê ne. Divê dadgehê rê daba hilbijartinên Parlametoya Kurdistanê bê kirin.”

Hîwa Geylanî daxwaz kir ku “Dadgeha Federalî êdî giliyan paşde nexe, eger dadgehê 27ê vî mehê de gilî yekalî bike, Partiya Demokrat a Kurdistanê li gel wê yekê ye ku di demek nêzîk de hilbijartin bên kirin.”

Herwiha eşkere kir: “Paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê xiyanetek li gelê Kurdistanê û pêkhateyan e. Em wek PDKê li gel wê yekê ne ku pêkhate bi xwe biryara çarenivîsa xwe bidin.”

Roja 3ê Tebaxa 2023an, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihandibû, Serokê Herêma Kurdistanê roja 25ê Sibata 2024an wek roja encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kiriye û hemû alî raspartine ji bo encamdana rêkarên pêwîst.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin