Hindistanê jî kestîyên ser sandin Deryaya Ummanê

Hindistanê jî kestîyên ser sandin Deryaya Ummanê

Peyama Kurd - Piştî ku keştîyeke wê li Deryaya Ummanê bû armanca êrîşeke dronî, hate ragihandin ku Hindistanê jî  3 keştîyên xwe yên şer ku bi mûşekên rêşander in şandîye herêmê.

Li gor nûçeya Asian News Internationalê (ANI) ku spartîye Navenda Çapemenîyê ya Hêzên Deryayî ya Hindistanê, keştîyên şer ên Hindistanê li herêmê bi cih bûne. Hêzên Deryayî yên Hindistanê dane zanîn ku Hêzên Deryayî yên Hindistanê, piştî êrîşa li dijî keştiya bi navê "Chem Pluto" ya ku ji Erebistana Sihûdî bar dibir parêzgeha Karnataka ya Hindistanê, bi lez ev biryar hatiye standin.

Hêzên Deryayî yên Hindistanê diyar kirîye ku keştiyên şer ên bi navê "INS Mormugao", "INS Kochi" û "INS Kolkata" yên hêzên deryayî yên Hindistanê ku bi mûşekên rêşanderên barkirîne, li deverên cuda yên Deryaya Ummanê hatine bicihkirin.

Navenda Çapemenîyê her wiha ragihandîye ku Hindistanê, ji bilî keştiyên şer, frokeyên şer yên menzîl dirêj ên tîpa "Boeing P8I" jî li herêmê bicih kirine.

Piştî ku Hûsiyên Yemenê ku ji komên milîşeyî yên girêdayî rejîma Îranê pêk tên, li Deryaya Sor, li dijî keştîyên bazirganîyê yên ku çûnûhata serbest pêk dihanîn êrîşan pêk anîn, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî ragihandibû ku ew ê li dijî êrîşên Hûsîyan hevpeymanîyeke ku ji 10 welatan pêk bê saz bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin