Îmarata Erebî hemû gestên asmanî yên Iraq û Îranê rawestand

Îmarata Erebî hemû gestên asmanî yên Iraq û Îranê rawestand

PeyamaKurd – Îmarata Erebî (Mîrnişînên Ereb) ji ber îhtimala êrîşeke bersivdanê ya Îsraîlê bi ser Îranê de, hemû geştên xwe yên asmanî yên ji bo Iraq (Bexda û Besra) û Îranê heta 16ê Cotmehê mehê rawestand.

Îmaratê beriya niha jî piştî destpêkirina êrîşên Îsraîlê û şerê ligel Hizbullahê, geştên Lubnanê rawestandibûn ku hîn jî seferên Beyrûdê nayên kirin.

Desthilatdarên Îmaratê ragihandin, ew bi awayekî hûr çavdêriya rewşê dikin û ew dê ligel aliyên pêwendîdar ji bo destpêkirina geştan piştre agahiyan belav dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin