Rojnameya El-Sabahê daxuyanî da: Ew rapirsî, nêrîna takekesî ye

Rojnameya El-Sabahê daxuyanî da: Ew rapirsî, nêrîna takekesî ye

PeyamaKurd- Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Avadî diyar kir ku rapirsiya ku di Rojnameya El-Sabahê de hatiye weşandin, nêrîna wî ya takekesî ye, ne nêrîna hikûmeta Iraqê ye.

Berdevkê hikûmetê Avadî, li ser mijarê ev daxuyanî da:

"Di destûra Iraqê de xalên din ên ku pêwendiyên di navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de tên sererastkirin, yek ji destkeftên girîng ên Iraqa nû ye. Li gorî destûrê, hikûmeta qanûnî ya ku hatiye hilbijartin, dê neçar bimîne ku pêwîstiyên vê yasayê cîbicî bike."

Basim Avadî got ku ev rapirsî, nerîneke takekesî ye û nêrîna hikûmeta Iraqê nîşan nade.

Sernivîserê Rojnameya El-Sabah Ehmed Ebdulhuseyîn ji kenaleke herêmî re daxuyaniyek da û diyar kir ku rapirsiya ku li herêmê gengeşî çêkiriye, ne ji aliyê wan ve hatiye kirin, ji navendeke akademîk hatiye girtin û wiha got:

"Beriya her tiştî, ji ber rapirsiya ku di rojnameya me de hatiye weşandin, em lêborîna xwe ji gelê Kurd dixwazin û em ji ber vê xeletiya bê mebest bêzar bûne.

Hewce nedikir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ewqasî bi tundî bertek nîşan bida û daxuyaniyek bida. Ji ber ku li gorî min tenê manşeta nûçeyê dîtibûn. Heger tevahiya raportê bihata xwendin, dê bi vî rengî bertek nehata nîşandan.”

Mijar çi bû?

Rojnameya El-Sabah, di hejmara xwe ya 18ê Sibata 2023yan de rapirsiyek di derbarê Herêma Kurdistanê de weşandibû. Di rapirsiyê de hatibû gotin ku xelk ji hêza siyasî ya Herêma Kurdistanê bêhêvî bûye û dixwaze vegere Bexdayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin