PeyamaKurd- Serokê Sûriyê Beşer Esed di bernameya xwe ya di TV yê de ragihandibû ku li Sûriyê mesela Kurd tine ye û lewra mesela mafên wan jî tine ye. Li ser axaftina Beşer Esed, Encumena Kurd ya Netewî ya Sûriyê ENKS, bersiva Beşer Esed da. Ji rêvebirên ENKS ê Muhsin Tahir ragihand:
“Têgihiştina rejîma Sûriyê bi taybetî di mijara mesela Kurdan de qet neguhiriye. Rejîma Esed weka ya berya 2011 an e. Bi sedema van gotinan, em dibêjin ku Şam bo çareserkirina mesela Kurd hêjî ne amade ye. Şam bi vê dirişma xwe, vê fikra me piştrast dike.”
Tahir got ku Esed dibêje li Kurdistana Rojava têkoşîna Kurdan nîne. Ew çend Kurd bûne koçber, şer û pevçûn. Rejîma Sûriyê hê jî dibêje mesela Kurd tine ye. Lê em li ser axa xwe, weka ûnsûreka eslî hene û mafên me yên netewî hene. Tahir weha dewam kir:
“Belê em perçeyekî ji Sûriyê ne lê em ji sala 1957an heya niha li ser dû mijaran xebitîne. Bo xelkê Kurd demokrasî û bo Kurdistana Rojava mafên netewî babetên me bûn. Heya em hebin em ê bo mafên xwe bixebitin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin