Li deriya gumrika Xabûrê operasyona ruswetê: 30 kes binçavkirin

Li deriya gumrika Xabûrê operasyona ruswetê: 30 kes binçavkirin

PeyamaKurd – Li navça Silopiya bi ser bajarê Şirnexê, li deriyê Xabûrê û 3 bajaran oprasyona bertîlê an ku ruşwetê hat kirin û di encamê de 8 xebatkarên dewletê bi temamî 30 kes xistin bin çav. Operasyon ji bilî Xabûrê li Riha, Osmaniye û Samsunê hat kirin. Ji bilî 8 xizmetkarên dewletê, 22 kesên din ew in ku karê qaçax dikin.

Operasyona bertîlê bi serpereştiya serdozgeriya navça Silopiya hat kirin. Hat ragihandin ku xizmetkarên dewletê ji bo bi kesên karê qaçax dikin re, lihev kirine û bertîl ketiye nav kar û her 30 kes hatine binçavkirin.

Îfadê gumanbaran niha li baregeha asayîşê dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin