PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, piştî avakirina hikûmeta nû ya Iraqê yekem car serdana Bexdayê kir.
Serok Barzanî îro di çarçoveya serdana fermî de, gihîşt Bexdayê û tê çaverêkirin bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî, Serokê Partiya Dewa Nûrî Malikî, Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî re bicive û çend hevdîtinan bike.
Di serdana Bexdayê de Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Endamê polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî, Endamê polîtburoya PDKê Azad Berwarî û çend berpirsên din ligel Barzanî beşdarî hevdîtinan dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin