PeyamaKurd – Li Amerîkayê li eyaleta Ohioyê li bajarê Columbusê balafirekî biçûk ket otoparka galeriya erebeyan û di encamê de 2 kes mirin. Balafir ji bajarê Columbusê diçû bajarê Parkersbûrg a eyaleta Virginiyayê. Balafir tîpa 1974 Beechcraft King Air E90 e.
Di ketina balafirê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 8 erebe şewitîn. Kapasîta balafirê 10 rêwîne lê di wexta ketina balafirê de ajotvan û rêwiyekî di balafirê de bûn û her dû jî mirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin