Tirkiye: Berpirsekî pilebilind ê PKKê li Qamislo hat kustin

Tirkiye: Berpirsekî pilebilind ê PKKê li Qamislo hat kustin

PeyamaKurd – Li ser rêya Qamişlo-Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, berpirsekî pilebilind ê PKKê yê bi navê Engîn Karaaslan bi nasnavê Heyder Warto di otomobîlekê de, ji aliyê SİHAyên Tirkiyê ve hat kuştin.

Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, Engîn Karaaslan ê ku di êrişê de jiyana xwe ji dest daye, Endamê Komîteya Rêvebiriya Navendî ya PKKê ye û navê wî di Bultena Sor a Interpolê de bûye.

Heman çavkaniyê daye zanîn, operasyon ji aliyê Saziya Istixbarata Niştimanî ya Tirkiyê naskirî bi MÎTê ve hatiye encamdan.

Herwiha nehatiye diyarkirin, ku êrîş bi dronê an bi bombeyê hatiye encamdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin