PeyamaKurd - Piştî daxuyaniyên saziyên dewleta Tirkiyê derbarê hejmara qurbaniyên erdeheja Xarpêt û Meletîyê ya bakurê Kurdistanê de, îro beyaniyê termên 3 kesên din ji bin kavilên xaniyan hatin derxistin.
Hat zanîn ku li Taxa Sursuru ya Xerpêtê îro cenazeyê 3 kesan piştî 38 saetan ji bin avahiya hilweşiyayî hatine derxistin.
Piştî derxistina wan her sê cenazeyan hejmara miriyên erdhejê ji 31ê gihîşt 34 kesan û li gorî amarên dawî hejmara birîndaran jî hezar 600î derbas kiriye.
Xebatên rizgarkirinê yên di bin kavilên avahiyên hilweşiyayî li herêma erdhejê berdewam dikin ku metirsî heye hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.
Roja 24ê Çile li demjimêr 20:55ê şevê erdhejeke bi tundiya 6,8 li Sivrîceya Xarpêtê rû dabû û ziyana herî zêde li hin navçeyên Xarpêtê û Meletiyê çêbûbû ku bandora wê erdhejê li temamê bakurê Kurdistanê hatibû hîskirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin