Hejmarek karmendên li Duhokê xistin karantîneyê

Hejmarek karmendên li Duhokê xistin karantîneyê

PeyamaKurd - Hejmareke fermanberên parêzgeha Duhokê ji ber gumana hebûna vîrûsa koronayê, hatin karantînekirin.

Hat zanîn ku ji ber tûşbûna 52 kesan li Duhokê ku 3 kes fermanber bûn, tevahiya fermanberên sê fermangehan bi gumana vîrûsa koronayê hatine karantînekirin.

Li Duhokê hejmareke kesên ku beşdarî mêvandariyê jî bûne ji bo dema 15 rojan wê li malên xwe bêne karantînekirin.

Hejmara wan kesên ku li nav sînorê parêzgeha Duhokê hatine karantînekirin, niha gihîştiye 506 kesan û rojane 400 heya 600 pişkinîn têne kirin.

Heta niha li parêzgeha Duhokê 76 kes bi vîrûsa koronayê ketine û rewşa 4 nexweşan jî xirab e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin