Rojava | 3 wefat û 62 pêketiyên nû yên korona hatin tomarkirin

Rojava | 3 wefat û 62 pêketiyên nû yên korona hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 62 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 3 kesan jî can daye.

Di daxuyaniya Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa de hat eşkere kirin ku 3 kesên ji ber koronayê can dane 1 kes li Qamişlo û 2 kes li Hesekê ne.

62 kesên bi vîrûsa koronayê ketine jî; 19 kes li Hesekê, 4 kes li Qamişlo, 3 kes li Dêrikê, 1 kes li Rimêlanê, 2 kes li Dirbêsiyê, 3 kes li Kobanê, 14 kes li Reqayê, 4 kes li Tebqayê, 4 kes li Dêrezorê, 3 kes li Minbicê û 5 kes li Kampa Holê ne.

Herwiha hat diyarkirin ku 11 kes jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên korona gihîşt 17919 kesan, ya mirinan bû 732 kes û heta niha 1815 kes baş bûne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, çend roj in bi gihîştina beşek ji derziyên koronayê ji aliyê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ve helmeta lêdana derziyan dest pê kiriye ku îro jî li bajarokê Amûdê welatî têne derzîkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin