PeyamaKurd - Wezîrê Kar ê Îranê Elî Rebiî ragihand, ku ji ber rewşa xirab a aborî û mueyîdeyan heta dawiya salê dê guvaşeke mezin bikeve ser gelê Îranê û bi cîbicîkirina mueyîdeyên Amerîkayê jî çav li rê ye milyonek kes bêkar bimînin.
Elî Rebiî derbarê qeyrana aborî ya welatê xwe axivî û got: “Divê em li hember gelê xwe rastgo bin. Em ketine nav şerekî rastîn ku pêwîstiya gelê me zêdetir bi hikûmeteke bi bawer û reftarên bi aqilane heye.”
Wezîrê Kar ê Îranê amaje bi wê yekê kir, ku peywendiyên di navbera xelkê û hikûmeta Tehranê de lawaz bûye.
Bi nêzîkbûna dema cîbicîkirina dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê, nirxê tumen li hember diravên biyanî bi rêjeyeke berçav ên dibe û vê yekê jî bazara Îranê xistiye nav tengezariyê de.
Ev di demekê de ye, ku mijara wergirtina pêbaweriyê ji Wezîrê Kar, di nav parlamento û karkerên çalakvan de bûye sedema nerazîbûnan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin