Sûdanî: Wê komkujiya Helebçe di wijdanan de tezetiya xwe biparêze

Sûdanî: Wê komkujiya Helebçe di wijdanan de tezetiya xwe biparêze

PeyamaKurd – Di 36em salvegera komkujiya Helebçe de serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Es-Sudani daxwuyaniyekî da û got felaketa ku li Helebçe çêbû, dibe alîkarê me ku em sîstema demokrasiyê zêde xwurt bikin. Muhammed Şiya Es-Sudani got:

“Di 36em salvegera trajediya Helebçe de, em vî sûcî û qurbaniyên wê bibîrtînin. Divê li Iraqê sîstema demokrasiyê bê xwurtkirin. Em ê kiryarên wahşetiya rejîma roxandî ku li ser ewladên xelkê me yên Kurd û temamên yên din kiriye, heya nesla me hebe emê ji neslên pey xwe re bibêjin. Wê ev bûyer di wijdanên me de tazetiya xwe biparêze, wê me teşwîq bike da em sîstema demokrasiyê bêhtir xwurt bikin.”

Sûdanî ragihand ku wê hukumeta Iraqê ew neheqiya ku xelkê Iraqê pê re rû bi rû maye, wê hukumet jê re edaletê tesîs bike, qanûnên ku destekê bide xelkê, wê derxe. Sûdanî ji bo şehîdên Helebçe û temamê şehîdên Iraqê rehmetê xwest.

Di 16ê Adara 1988an de hukumeta Iraqê bi fermana Saddam Huseyîn bi çekên kîmyewî êrîşê ser Helebçê kir. 5 hezar mirov kuşt û 10 hezar kesî birîndar kir. Birîndar bi nexweşînên kronik ketin. Saddam komkujiyê bi navê sûretê ENFALê kir.

Di sala 20023an de Saddam Huseyîn bi tewana kuştina 180 hezar Kurdan hat darizandin. Pismamê wî Eli yê Kimyewî, Ali Hasan el Mecid di sala 2010an de, bi komkujî û bi taybetî bi fermandayina bikaranîna çekên kîmyewî yên ser Helebçê hat îdamkirin.

Di 1ê Adara 2010an de, Dadgeha Cezayê Bilind ya Iraqê komkujiya Helebçê bi fermî “komkujî” yê qebûl kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin