PeyamaKurd - Rêveberiya deriyê Sêmalka ya sînorê Başûrê Kurdistanê (deriyê Pêşabûr) îro 2yê Îlonê ragihand, kesên ku nasnameyên iraqî bi wan re hene, dikarin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, lê roja Yekşema bê roja herî dawî ya derbasbûnê ye.
Rêveberiyê deriyê Sêmalka di giştînameya xwe gotiye: "Bi hevkariya bi rêveberiya deriyê Fîş Xabûr a Başûrê Kurdistanê re, roja yekşemê 06.09.2020an ji bo derbasbûna ji Başûrê Kurdistanê, wek roja herî dawî hatiye diyarkirin."
Rêveberiyê bal kişandiye ser ku divê kesên dixwazin derbas bibin roja yekşemê (06.09.2020) berê xwe bidin dergehê, ji ber ew roj a dawiyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin