NY: 112 zarok hatine kustin, 1,5 milyon jî koçber bûne

NY: 112 zarok hatine kustin, 1,5 milyon jî koçber bûne

PeyamaKurd - Serdozgerîya Ûkraynayayê ragihand ku ji 24ê Sibatê destpêkirina êrîşa Rûsyayê ve, 112 zarok li Ûkraynayê hatine kuştin û zêdetirî 140 zarok jî birîndar bûne.

Herwiha ajansa zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî ragihandiye ku ji destpêka şer vir ve zêdetirî 1.5 milyon zarok ji Ûkrayna revîyane.

Piranîya malbatên revîyane çûne welatên wek Polonya, Macaristan, Slovakya, Moldova û Romanya.

UNICEFê diyar kiriye, jin û keçên ku bi tena serê xwe rewîtîyê dikin jî rûbirûyî xeteriya tundûtujiya zayendî dimînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin