Netanyahu: Wê hin welatên din ên Ereb bi me re rêkeftinê bikin

Netanyahu: Wê hin welatên din ên Ereb bi me re rêkeftinê bikin

PeyamaKurd – Serokwezîr Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ragihand ku wê hin welatên din ên Ereb bi Îsraîlê re wekî Peymana Aştiyê ya bi Îmaratê re, rêkeftinên asayîkirina têkiliyan bikin.

Netanyahû li ser hesabê xwe yê medya civakî got, “Îsraîlê, vetoya welatên erebî ya ser Filîstînê derbarê aştiyê de şikand.”

Serokwezîrê Îsraîlê da zanîn ku gelek kesayet û karsazên Îmarat dixwazin li Îsraîlê kar bikin û got: “Ev peymaneke dîrokî ye ku mizgîniyên mezin wê bi xwe re bîne.”

Netanyahû destnîşan kir ku ew bi biryar in ligel welatên Erebî aştiyê pêk bînin û wê hin welatên din ên Erebî jî bi wan re rêkeftinê asayîkirina pêwendiyan pêk bînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin