PeyamaKurd – Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ragihand ku di zîrwa G7an ya ku li Îtalyayê çêbû de, desteka xwe ya ji bo Ûkraynayê xwurt kirine.
Almanya, Amerîka, Îngiltere, Japonya, Fransa, Kanada û lîderên YE yê yên demkî li Îtalyayê li jîngeha Borgo Egnaziayê hatibûn cem hev û mazûrvaniya lîderên G7an ku serokwezîra Îtalyayê Melonî dikir, civîna çapemeniyê li dar xist.
Melonî got ku civîna wan bi serkeftî derbas bûye û di belavoka encamê de, encamên berbiçav yên sozdanê tê de hene. Melonî got ku wê desteka xwe ji bo Kîevê dewam bikin û weha dewam kir:
“G7, bi sedema êrîşkariya Rûsyayê hûqûqa navdewletî ketiye nav talûkê û em sîstema qaîdeyên navdewletî diparêzin. Welew kes hene ku bi eksa me difikirin jî, em dixwazin desteka xwe ya Ûkraynayê dewam bikin. Me biyarê da ku bi soza 360 dereceyî planên tevgerên xwe xwurt bikin.”
Melonî ragihand ku krediya bi miqdarê 50 milyar dolarî ku dê bidin Ûkraynayê ne ji terefê YE dê tê dayîn lê wê Amerîka, Kanada, Îngîltere û Japonya tevlî vê kampanyayê bibin û weha dewam kir:
“Heyiyên Rûsyayê yên Ewrûpa dest danye ser wan, ji wan re mekanîzmeyekî garantiyê hatiye danîn û destekê didin Ûkraynayê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin