PeyamaKurd - Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Îkram Elî koça dawî kir.
Hat zanîn ku îro 13ê Kanûnê roja Duşemê kesayetiyê naskirî yê Xurmatûyê û di heman demê de Endamê Serkirdayetiya YNKê Îkram Elî, li nexweşxaneya Enwer Şêxe ya Silêmaniyê koça dawî kir.
Melbenda Hemrînê ya YNKê ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî Facebookê koça dawî ya Îkram Elî piştrast kir.
Hêjayî gotinê ye, 124 endamên serkirdayetiya YNKê hene û beşek ji wan ji hizbe hatine derxistin û karê hin endaman jî hatiye rawestandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin