Aliyên siyasî serok û logoya Hevpeymanîya Kurdistanî destnîsan dikin

Aliyên siyasî serok û logoya Hevpeymanîya Kurdistanî destnîsan dikin

PeyamaKurd - Îro alîyên sîyasî yên Kurdistanî, bi mebesta destnîşankirina serok û logo ya lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî li bajarê Silêmaniyê dê kom bibin.

Li gor zanyariyên berdest, îro aliyên pişikdar di hevpeymaniya Kurdistanî bo helbijartina Civata Parêzgehên Îraqê li Meko ya sereke ya Bizava Gorranê li bajarê Silêmaniyê dê kom bibin.

Biryare aliyên siyasî di kombûna îro de serokê lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê û logoya hevpeymaniyê destnîşan bikin.

Roja Şemiyê û yekşema borî aliyên siyasî li bajarê Hewlêrê kom bûn û li ser mekanîzma karkirina hevpeymaniya Kurdistanî bo hilbijartina Civata Parêzgehan li deverê Kurdistanî rêkkevtin.

Hilbijartina Civata Parêzgehên Îraqê li (01.04.2019) tê encamdan. Aliyên Kurdistanî li ser wê yekê rêkkevtine li sinûrê parêzgeha Kerkûk, Neynewa, Diyala , Selahedîn û Bexdayê bi lîsta hevpişik pişikdariyê di wê hilbijartinê de bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin