Trump: “Em têkiliyên xwe bi WHO yê re diqedînin”

Trump: “Em têkiliyên xwe bi WHO yê re diqedînin”

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump bo çapemeniyê, di derbarê têkiliyên Amerîka û Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ragihand ku wê têkiliyên xwe bi Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) re bibirin. Trump li ser mijarê de weha axifî:

“Em têkiliyên xwe bi Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) re diqedînin. Çînê qanûna li ser Hong Kongê ya netewî derxist. Soza ku bo parastina otonomiya Hong Kongê dabû negirt. Tiştên ku li Hong Kongê diqewimin trajedî ne. Çîn dibêje ku ew asayîşa xwe diparêzin lê ji xwe Hong Kong civakeka bi ewle bû. Êdî nema Hong Kong ji Çînê cuda ye.”

Trump got ku wan îmtîyazên ku bo Hong Kongê dane, wê bên betalkirin û bo seyaheta Hong Kongê dê hişyarî bidin û weha dewam kir:

“Divê sermayedarên Çînê zerarê nedin sermayedarên Amerîkayê yên li Hong Kongê. Divê aboriya Amerîkayê ya herî baş bimîne. Ez wezîfê didim rêvebiriya xwe da statuya Hong Kongê bi paşde bistînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin