PeyamaKurd - Li gorî rapora 2022yan a azadiyan li welatê cîhanê ya The Heritage Foundation, Tirkiye 31 rêzan paşve çû û daket rêzbenda welatên bi piranî ‘ne azad’ in.
Di rapora Azadiya Aborî ya The Heritage Foundation ku dezgeheke ramyarî ya navenda wê li Washingtonê ye, Tirkiye di sala 2022yan de ji nav rêza welatên “hinekî azad’ derketiye û daketiya rêzbenda welatên ‘bi piranî ne azad’.
Di raporê de hatiye eşkerekirin ku Tirkiye sala borî di rêzbenda 76an de bû, lê îsal di warê Azadiya Aborî de daketiye rêza 107an ku Tirkiyê di nav 5 salên dawî de azadiya xwe ya aborî ji dest daye.
Herwiha hatiye diyarkirin ku ji ber rojeva îslamî û helwesta partiya deshilatdar AKP û Serokomar Recep Tayyip Erdogan demokrasiya Tirkiyê bipaşve çûye û daketiye kategoriya ‘welatên bi piranî ne azad’.
Li gorî raporê Tirkiye di nav kategoriya welatên wekî Kamboçya û Ugandayê de cî digire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin