Kitêbeke din a Avestayê pistî çapê bi 17 salan hat qedexekirin

Kitêbeke din a Avestayê pistî çapê bi 17 salan hat qedexekirin

PeyamaKurd – Pirtûka dîroka Kurd a nivîskar Andrew Collins a bi sernavê tirkî, ‘Meleklerin Küllerinden-Günahkar bir ırkın yasaklanmış mirası’ ku sala 2002yan ji Weşanên Avestayê derketibû ji aliyê dadgeheke Tirkiyê ve hat qedexekirin. Beriya niha jî bi dehan pirtûkên heman weşanxaneyê yên li ser kurdan hatibûn qedexekirin û berhevkirin.

Xwedî û edîtorê giştî yê Avestayê Abdullah Keskîn tevî belavkirina biryara qedexeyê li ser medya civakî ragihand ku Dadgeha Sulh Ceza ya Qersê biryara qedexekirin, berhevkirin û nefirotina wê pirtûkê derxistiye.

Keskîn da zanîn ku kitêba ku mîrateya Kurdan vedibêje û xwendevan li pey in, herî dawî dema bo Girtîgeha Tîpa T ya Qersê hatiye şandin hatiye tespîtkirin û ji aliyê karmendan ve hatiye desteserkirin.

Piştre pirtûk ji aliyê hêzên asayîşê ve bo dadgehê hatiye şandin û dadgehê jî bi hinceta ku ' dibe propagandaya PKKê tê de hebe' ew pirtûk piştî  17 sal bi ser çapkirina wê de derbas bûne qedexe kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin