RAPIRSÎN | Vê Yeksemê hilbijartin bên kirin hûn ê dengê xwe bidin Erdogan an berbijerê opozîsyonê?

RAPIRSÎN | Vê Yeksemê hilbijartin bên kirin hûn ê dengê xwe bidin Erdogan an berbijerê opozîsyonê?

PeyamaKurd – Kompanya Lêkolînan a Yoneylemê di derbarê hilbijartina Serokkomariyê ya Tirkiyê e, rapirsînek nû kir û di rapirsînê de, dengên berbijêrê opozisyonê yên Erdogan derbas kirine.

Rapirsîna Kompanya Yoneylemê, li 27 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi 2400 kesan re hat kirin. Kompaniyê beşek ji encamên rapirsîna xwe ya ku di navbera 12 û 15ê Gulana 2022ê de hatiye kirin belav kir.

Li gor hat belavkirin, di rapirsiyê de li ser pirsa “Eger vê Yekşemê hilbijartinên Serokkomariyê bên kirin hûn ê dengê xwe bidin Recep Tayyip Erdogan an berbijerê opozîsyonê?”, ji sedî 51.8ê beşdaran gotine berbijêrê opozîsyonê û ji sedî 34 jî gotine Erdogan. Herwiha ji sedî 6.8ê beşdaran bêbiryar mane û ji sedî 7.4 jî gotine “em deng bi kar naynin.” 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin