PeyamaKurd – Dezgeha medyayî ya herêmî bi navê El Xebûr a erebî îdia kir ku saziya îstixbarata Îsraîlê MOSSAD Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD-YPG) perwerde dike.
Di nûçeyê de hat gotin ku 20 şervanên HSDê ji bo perwerdeya li qûrsa Mossadê çûne Îsraîlê û pişkinînên leşkerî li ser wan hatine kirin.
El Xebûrê di nûçeyê de ragihandiye, “20 personel ji bo ji çûna Filîstînê re bên amadekirin derbasî Hewlêrê bûn” û diyar kiriye, "Mebesta Îsraîlê avakirina servîseke îstixbaratê ya dostane ye, li wan herêmên di bin kontrola YPGê de.”
Di nûçeyê de herwiha navê 3 şervanên HSDê jî hatiye dayîn û hat îdiakirin, dê kesên perwerdê bistînin di saziyên îstixbarata Îsraîl-YPGê de ji Mossadê re karmendan berhev bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin