PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser derbaskirina Paytextê Îsraîlê ber bi Qudsê ve axivî û got ku ji ber ku min dizanîbû ji bo çi telefonî min dikin, min telefona yekî jî venekir.
Berî niha Amerîkayê ji bo ku Îsraîl paytextê xwe bibe Qutsê, piştgirî dabû Îsraîlê. Trump li ser pêvajoya wê demê axivî û wiha got: “Gelekî zext li ser Serokên Amerîkayê yên berî min hebû. Ji serokên dewletan, mîr û qral û dîktatoran telefon ji min re dihatin. Min dizanîbû ku ji bo çi digerin. Ji ber vê yekê min digot ji wan re bibêjin wê hefteyeke dî li wer bigere. Piştre ez li wan geriyam û min ji wan re got min nizanîbû ku di vê mijarê we çima wiha hîs dikir. Ez çi bêjin, êdî pir dereng e.”
Trump wiha dewam kir: “Me ev tişt kir, em pir keyfxweş in. Hun jî li keyfa xwe binêrin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin