Serokwezîr Barzanî pêswazî li konsulê nû yê Yûnanistanê kir

Serokwezîr Barzanî pêswazî li konsulê nû yê Yûnanistanê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê pêşwazî li Konsulê nû yê Yûnanistanê yê li Hewlêrê Stavros Kyrimis kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Konsulê nû yê Yûnanistanê kir û ji bo wî hêviya serkeftinê xwest di karê wî yê nû de.

Mesrûr Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê pêşwazî li pêşvebirina pêwendiyên ligel Yûnanistanê dike.

Konsulê Giştî yê Yûnanistanê tevî balkişandina ser pêwendiyên dostane û mirovî yên navbera Yûnanistan û Herêma Kurdistanê, tekez kiriye ku pêgeheke girîng a Herêma Kurdistanê heye û faktoreke îstiqrarê ye li herêmê.

Stavros Kyrimis herwiha amadebûna welatê xwe jî ji bo bihêzkirina pêwendiyan ligel Herêmê di hemû waran de nîşan da.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin