Sahiyên salvegera 70yî yên derketina ser text a Elizabetha Duyem, dest pê kirin

Sahiyên salvegera 70yî yên derketina ser text a Elizabetha Duyem, dest pê kirin

PeyamaKurd-Li Brîtanyayê, ji ber helkefta salvegera 70yî ya ku Elizabetha Duyem derketibû ser text, dest pê kirin. Ji ber destpêkirina şahiyan jî xelk berê xwe dide paytext Londonê da ku li hember Koşka Buckinghamê, beşdarî merasimên Yobîla Platinum a Şahjina Brîtanyayê Elîzabetha Duyem bibin.

Her sal, li Brîtanyayê bi helkefta rûniştina Elizabetha Duyem a li ser textê şahjiniyê, aheng tên lidarxistin. Şahî, piştî navbereke 2 salan a ji ber şewba Covid-19ê, îsal dê bi coşeke mezin were pêşwazîkirin. Hat ragihandin ku şahî îsal dê ji 2yê Hezîranê, heta 5ê Hezîranê werin bidomin û ji bo şahiyên ku dê 4 rojan bidomin, bi sedan serbaz jî dê çalakiyên serbazî bikin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin