PeyamaKurd – Li Hatayê erdhejeke bi hêza 4.8 çêbû û li navçeyên bakurê rojavayê Sûriyeyê jî erdhej hat hestkirin.
Li gor Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe diyar kir, îro di saet 5:32an de li Hetayê erdhejeke bi hêza 4.8 pileyan li gorî pîvera Richterê çêbû.
AFADê eşkere kir, navenda erdhejê navçeya Kirikxanê ye û 8.28 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.
Erdhej li gelek navçe û bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyeyê jî hat hestkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin