Serokwezîr: Derziyê werbigrin, Kurdistanê biparêzin

Serokwezîr: Derziyê werbigrin, Kurdistanê biparêzin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyamek belav kir û diyar kir; heta niha bi rêjeya %35 derzî li mamosteyan hatiye lêdan û hewl didin ligel destpêka sala nû ya perwerdehiyê, hemû mamoste derziyê werbigrin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê da zanîn: “Em ji bo wê yekê dixebitin ku hejmara binkeyên lêdana derziyê ji bo hêzên Pêşmerge jî zêdetir bikin. Heta niha zêdetirî 10 hezar Pêşmergeyan derzî wergirtine.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir, heta niha 800 hezar doz derzî li welatiyan hatine lêdan û got: “Derziyê werbigrin, Kurdistanê biparêzin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin