PeyamaKurd – Wezîrê Bergiriyê yê Yûnanistanê Nikos Panagiotopoulos, li ser îhtimala ku Tirkiye şerekî bi wan re bide destpêkirin got ku wê Tirkiye bedelekî giran bide.
Li gorî nûçeya Euronewsê Panagiotopoulos ji rojnameya Manifesto re, gefên Tirkiyê yên ser Yûnanistanê ku bi taybet li ser giravan û Derya Spî dewam dikin axiviye û gotiye, “Ya ku wêrekiya aliyê din (Tirkiye) dişkînie, qebîliyeta hêza me ya leşkerî ye. Lewra ew dizanin bê wê çi bedelî bidin. Hêzên me yên leşkerî her tim amade ne.”
Wezîrê Yûnan daye zanîn ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan her cara ku li welatê xwe rûbirûyî pirsgirêka dibe, rageşiyê zêde dike û ev helwestên wî jî li hember civaka navnetewî destê Yûnanistanê xurt dike.
Li ser gotinên Erdogan ên ku wê hevdîtinên dualî neke jî Panagiotopoulos got ku aliyê ku kanalên pêwewendiyê qut bike ne em in, Tirkiye helwesta xwe ya êrîşkar berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin