PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê Eric Pahon di derbarê pevçûnên Derayê de axivî û got ku Em naxwazin bi Sûriyê re şer bikin.
Pahon wiha berdewam kir: Amerîka û koalîsyon bi IŞÎDê ve daketine. Niha ti niyeta me nîn e ku em bi rejîma Sûriyê re şer bikin.
Li ser pirseke rojnamevanan Pahon wiha axivî: Belê, heke êrîşek were ser me, em ê xwe û hevkarên xwe biparêzin. Wek gelek carên dî jî ev dîtibû. Di vê mijarê de tehamula me nîn e. Em li ser çareseriyê disekinin, lê belê ji aliyê leşkerî ve, em ê her dem xwe biparêzin. Em li El Tanfê ne, em ji ti kesî re tawsiye nakin ku êrîşî hevkarên me bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin