PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Dr. Karwan Sebah Hewramî da zanîn ku ji ber guhertina seqayî, metirsî li ser çavkaniyên avê yên Herêma Kurdistanê çêbûye.
Dr. Karwan Sebah Hewramî ji K24ê gotiye: “Gelek awayên hişkesaliyê hene, wekî hişkesaliya hidrolojî, hişkesaliya çandinê û hişkesaliya kêmbûna avê.. Ev çend sal in em di nav guhertina avhewayê de ne, ku gelek hişkesalî tê de dubare dibe”.
Hewramî diyar kir, “Di 20 salên borî de hişkesalî zêde bûye, bi rengekî giştî av kêm bûye, pareka wê peywendî bi guhertina seqayî re heye, pareke dî pêwendî bi daxwazî û xwastekên avê li cem welatiyan re heye”.
Dr. Karwan Sebah destnîşan kir: “Bi rengekê giştî metirsî li ser çavkaniyên avê yên Herêma Kurdistanê heye.. Ji ber guhertina avhewayê, bandoreke zêde li ser çavkaniyên avê çêbûye û kêm kirine, di demekê de ku daxwazî û hejmara nifûsê ber bi zêdebûnê ve ye”.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin