PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, îro 29ê Îlonê bi partî û aliyên endamên Hevpeymaniya Xirîstiyanan re civiya û ragihand, “Em hemû bi hev re xwediyê vî welatî ne.”
Mesrûr Barzanî, di civînê de bal kişand ser ku pêkhateyên cuda yên Kurdistanê bi taybetî Kildan, Aşûrî, Suryanî û Ermen beşên girîng in gelê Kurdistanê ne û em hemû bi hev re xwediyê vî welatî ne.
Cîgirê Serokê PDKê destnîşan kir, “Cihê şanaziyê ye ku PDK her tim cihê baweriya hemû pêkhateyan e, bi taybet Xiristiyanan û bi saya PDKê pirensîbên pêkvejiyanê li Kurdistanê bihêztir dibe û mafên pêkhateyan tê parastin.”
Endamên Hevpeymaniya Xirîstiyanan spasî û pêzanîna xwe ji bo piştevaniya bêsînor a Serok Barzanî û PDKê nîşan da, ku her tim piştevan û berevanî li mafên pêkhateyan kiriye û rûbirûyî hemû hewlên binpêkirina mafên pêkhateyan bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin