PeyamaKurd – Hat ragihandin ku kurdêkî êzidî dibe rawêjkarê Parlamentoya Kurdistanê û îro Çarşemê dest bikar dike.
Kurdê êzidî Şêx Zêdo Baedrî îro Çarşemê eşkere kiriye ku wî weke rawêjkar li Parlamentoya Kurdistanê dest bi kar kiriye.
Şêx Zêdo Baedrî daye xuyakirin, ew dê bi rêya wê postê hewla xizmetgihandina zêdetir bi kurdên êzidî bide û beyî ti cudahiyekê xizmetê bigihîne xelkê herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.
Rawêjkarî nû yê Parlamentoya Kurdistanê eşkere kiriye ku her tiştek ji bo herêmên Kurdistanû pêwîst be, wê bigihînin parlamentoyê û kar li ser were kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin