Pentagon: Rûsya ji Kore ya Bakûr muhîmmat dixwaze

Pentagon: Rûsya ji Kore ya Bakûr muhîmmat dixwaze

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta bergiriyê yê Amerîkayê (Pentagon) Tuxgeneral Patrick Ryder ragihand ku Rûsya ji bo di şerê Ûkrayna de bikarbîne ji Kore ya Bakûr muhîmmat xwestiye. Ryder di civîna çapemeniyê ya rojane de weha ragihand:

“Li Ûkraynayê karê Rûsyayê baş nameşe. Nîşane hene ku Rûsya ji bo ji Kore ya Bakûr muhîmmat bixwaze xwe nêzî Kore dike. Ez nikarim behsa hûrahiya mijarê bikim. Lê ev rewşekî wisaye ku halê Rûsyayê yê ku li Ûkraynayê tê de ye nîşan dide.”

Ryder her weha behsa ceribandina fuzeyekî navqitayan kir ku dixwestin berê biceribînin lê wê niha beceribînin û fuze ya bi pirserike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin